Yewnanistan: Dê cezayên li dijî Tirkiyê berfirehtir bibin
Kanûn 20, 2020 22:22 Asia/Tehran
Wezîrê Karên Derve yê Yewnanistanê Nikos Dendias got cezayên YE’yê û Smerîkayê yên li dijî dewleta Tirkiyê pêngava yekemîn e û ihtîmaleke mezin heye ku dê ceza li dijî ferd û saziyên din ên tirk jî pêk bên.
Wezîr Karên Derve yê Yewnanistanê ji Ajanasa Nûçeyan a Yewnanistanê re axivî û destnîşan kir ku dê cezayên Amerîkayê yên li dijî dewleta Tirkiyê dê bi demê re eşkere bibin û ew peyameke bihêz û eşkere ye.
Dendias wiha domand: "Em bi hêvî ne ku beşdariya Amerîkayê li rojhilatê Deryaya Spî kûrtir be. Ji ber ku ew bepirsê wê ye, da ku aştî û aramî li herêmê pêk were."