Kanûn 20, 2020 19:06 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê 241 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustî ya Tirkiyê ragihand ku 241 kesên din bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane û testa 22 hezar û 195 kesan jî pozîtîv derketiye. Wezîrê Tendirustî yê Tirkiyê Fahrettin Koca da zanîn ku hejmara nexweşên giran û pêketiyên aktîv kêm dibe û bandora tedbîran jî tê dîtin.

Li Tirkiyê di 24 saetên derbasbûyî de 241 kesên din bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dan û bi vê jî hejmara miriyan gehişte 17 hezar û 851 kesan. Li gor amarên Wezareta Tendirûstî, 4 hezar û 2 nexweşên nû hatine destnîşankirin û testa 22 hezar û 195 kesan jî pozîtîv derketiye. Heta niha hejmara kesên bi Koronayê ketine gehişte 2 milyon û 4 hezar û 285 kesan.

Li gor zanyariyên hatine belavkirin, hejmara nexweşên giran ku ji 16ê Kanûnê ve ber bi daketinê ve diçe, îro jî berdewam bû. Doh ku 5 hezar û 707 nexweşên giran hebûn, îro hejmara nexweşên giran daket 5 hezar û 501 kesan.

Wezareta Tendirûstîyê ragihandiye ku di 24 saetên derbasbûyî de 25 hezar û 516 nexweşên din baş bûne û bi vê jî heta niha hejmara nexweşên baş bûne gehişte 1 milyon û 779 hezar û 68 kesan. Wezîrê Tendirûstiyê Fahrettin Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê daye zanîn ku hejmara nexweşên giran û pêketiyên aktîv kêm dibe û bandora tedbîran jî tê dîtin.

Serepeyv