Kanûn 20, 2020 18:35 Asia/Tehran
  • Hejmara qurbaniyên bûyera nexweşxana Dîlokê gihîşt 10 kesan

Lêpirsîna şewata ku li nexweşxaneyeke taybet a li bajarê Dîlokê li Tirkiyê di beşa nexweşên giran a vîrusa Coronayê (Kovîd-19) de ji ber amûra oksîjenê derket berdewem e. Hejmara qurbaniyên wê şewatê bo 11 kesan zêde bû.

Lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê ya li ser şewata li beşa nexweşên giran a Covid-19ê ya Nexweşxaneya Zanîngeha SANKO ya Dîlokê berdewam e.

Di çarçoveya lêpirsîna ku du dozger hatin peywirdarkirin de şanda pispor ku tê de endazyarê makîne û elektirîkê û herwiha pisporê ewlekariya kar jî beşdar in, lêkolînên xwe yên li ciyê bûyerê temam kirin.

Di çarçoveya lêpirsînê de ji xebatkarên nexweşxanê û mirovên nexweşan agahî tê sitandin.

Herwiha lêpirsîna îdarî ku ji aliyê Rêveberiya Tenduristiya Parêzgehê tê meşandin jî didome.

Di şewata li beşa nexweşên giran a Covîd-19ê ya Nexweşxana Zanîngeha SANKO ya Dîlokê Oyê de 11 nexweşan canê xwe ji dest dan.

Duh li Nexweşxana Zanîngeha SANKO ya Dîlokê, îro di saetên sibehê de teqînek çê bû.

Nexweşxana Zanîngeha SANKO derbarê bûyerê de aşkere kiribû ku bûyer li beşa çavdêriya hûr a taybet bi nexweşên Coronayê çê bûye û di encama teqînekê de şewat li wê beşê derketiye.

Serepeyv