Ji %44ê ciwanên Kurd naxwazin hezkiriya wan Tirk be
Li gorî lêkolînekê %44ê ciwanên Kurd naxwazin hezkiriya wan Tirk be.
Li gorî lêkolînekê ku navenda “Rawest” li bajarê mezin ê kurdên Tirkiyê Amedê kiriye, ji %44 a ciwanên Kurd li Tirkiyê û deverên kurdî ên vî welatî naxwazin hezkiriyên wan Tirk bin.
Ew lêkolîn bi hezar û 500 ciwanên ji bajarên Amed, Wan, Mêrdîn, Riha, Mêrsîn, Edene û Îzmîrê yên Tirkiyê hatiye kirin.
Li gorî encama lêkolînan %34 a ciwanên Kurd kar dikin û %24 ya ciwanan wan karan dikin ku çi taybetmendiyeke wan nîne.
Li gorî rapirsiyê ji her 2 ciwanên Tirk yek ji wan kar dike lê ji her 3 ciwanên Kurd yek ji wan kar dike.
Li gorî lêkolînan ciwanên Kurd xwe weke Misilman , Kurd, Azadîxwaz didin nasandin . Di demekê de ku ji 5 ciwanên ser bi AKP 4 ji wan xwe weke Musilman didin nasandin,
Ciwanên Kurd ji rewşa jiyanê di bajarên xwe de nerazî ne.
Ji ber rewşa siyasî û civakî ya 5 salên borî %49 a ciwanan koç kirine ji her 10 ciwanan 7 ji wan rastî cûdakariyê hatine.