Davutoglu: Em dê mafê kesên li Sûrê vegerînin
Serokê Partiya Pêşerojê ya Tirkiyê Ahmet Davutoglu ragihand ku eger ew bibin desthilatdar, kesên li navçeya Sûrê ya Amedê mafê wan hatine binpêkirin, dê mafê wan li wan vegerînin.
Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu beşdarî bernamyek taybet bû û di derbarê pirsgirêkên herêmên kurdî û Tirkiyê de axivî.
Ahmet Davutoglu got: “Eer îro desthilatdar bibe para me, em dê li Sûrê hemû hemwelatiyên ku mafê wan hatine binpê kirin mafê wan li wan vegerînin. Eger min erka xwe berdewam bikira min li Amedê Ofîsek Serokwezîriyê vedikir û carna Encûmena Wezîran li wê derê kom dikir. Herkes heskirina min a Amedê dizane.”
Serokwezîre berê yê Tirkiyê Ahemet Davutoglu li ser pirsgirêkên mafê Kurdan jî axivî.
Davutoglu li ser zextên zimanê Kurdî mafên hilbijirênê nêrînên xwe wiha anî ziman û amaje bi yekê kir li Tirkiyê pênasiyek azadiya nîzama giştî ya komek ji holê radike heye û wiha pê de çû: “Li aliyê din zîhniyetek dema kurd bi zimanê xwe di axivin wê yekê wek îxanetê dibînin heye û mafê kurdan ên hilbijartinan ji hole rakirin û pergala qeyûman diparêzin. Ji pergala KCKê derbasî bergala qeyûman bûn.”
Davutoglu herwiha got: “Parastina Sûrê ji bo me wek meseleya namûsê ye. Ez hêvî dikim rojek, bi piştgiriya gelê Amedê jî, dema ku em bûn desthilatdar, em dê Sûrê veguherînin cîhek ku ji xaniyên Amedê yên resen pêk tê.”
Serokê Partiya Pêşerojê Davutoglu rexne li AKP û HDPê jî kir û got: “AKP bi hewldana zimanek ewlehî û dûrketina ji azadiyan, PKK û HDP bi zimaneke din gelê heremê difetisinin.”
Di heman demê de Davutoglu bang li HDP û AKPê jî kir û got “Em ji HDPê re vî dibêjin, xetek zelal deynin navbera xwe û terorê. Eger hûn têkoşînek sîyaysî bikin vê zelal bikin. Ez ji AKPê jî vê dibêjim ji wêneyê ku ji tekoşîna demokratîk derdikeve aciz nebin, hûn têkoşîna demokratîk bidin.”