Ofîsa Karûbarên Mirovî: Divê NY sînorekî ji Tirkiyê re deyne
Ofîsa Karûbarên Mirovî ya bakur û rojhilatê Sûriyê bang li civaka navdewletî û Netewên Yekbûyî kir ku sînorekî ji êrîşêîn Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê re deyne û got: “Ew li dijî xelkê sivîl komkûjiyan pêk tînin û ava vexwarinê jî li ser Hesekî qut dikin.”
Ofîsa Karûbarên Mirovî ya ya bakur û rojhilata Sûriyê têkildarî êrişên Tirkiye û çeteyên wê ser deverên kurdî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û têde bang li Neteweyên Yekbûyî dike ku sînorekî ji Tirkiyê re deyne.
Ofîsa Karûbarên Mirovî got, Tirkiyê û çeteyên wê berdewam êrîşî Eyn Îsayê û navçeyên derdora wê dikin û xelkê sivîl dikin hedefa xwe û got: “Êrişên dewleta Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê digihêjin asta sûcên şer.”
Li gor daxuyaniyê êrîşên Tirkiyê aramiya navçeyê xirab dike û rewşa mirovî têk dibin û xelk jî naçar dibin koçber bibin û mal û halên xwe bicî bihêlin.
Wê ofîsê bang li Neteweyên Yekbûyî û Civaka Navneteweyî kir ku binpêkirinên Tirkiyê û çeteyên girêda yî wê bi dawî bikin û ragihand: “Ev binpêkirinên ji hedefkirina sivîlan û qutkirina avê li ser Hesekê dighêjin asta sûcên şer. Em bang li tevahî rêxistinên mirovî dikin ku bi berpirsyariyên xwe rabin û bersiva pêwîstiyên mirovî yên awarte yên sivîl û koçberan bi cih bîne, nexwasim ku kamp nema karin hejmara zêde ya koçberan pêşwazî bike.”