Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn da 246 kes mirin
Kanûn 19, 2020 14:00 Asia/Tehran
Di 24 saetên dawîn da 205 hezar û 809 testên Kovîd-19ê hatin kirin, jimara nexweşên giran bû 5 hezar û 707, tedawî/karantînaya 31 hezar û 945 kesan qediya û jimara başbûyiyan derket milyonek û 753 hezar û 552yan.
Li gorî rapora beşa Kurmancî ya AA'yê, Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn da 205 hezar û 809 testên Kovîd-19ê hatin kirin, testa 26 hezar û 410 kesî pozîtîf derket, 246 kes mirin.
Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Tirkiyê ji ser malpera "covid19.saglik.gov.tr"yê hat parvekirin.
Li gor daneyên rojane di 24 saetên dawîn da 205 hezar û 809 testên Kovîd-19ê hatin kirin, testa 26 hezar û 410 kesî pozîtîf derket , jimara nexweşan bû 4 hezar û 103, 246 kes mirin. Bi vî awayî li Tirkiyê rojane jimara miriyên herî zêde hat qeydkirin.