Kanûn 19, 2020 11:25 Asia/Tehran
  •  Li Dîlokê di nexweşxaneyê da şewat derket 8 kes mirin

Li beşa nexweşiyên giran a Kovîd-19ê ya Nexweşxaneya Zanîngeha SANKO ya Dîlokê (Gazîentab) ji ber cihaza oksîjenê şewat derket û 8 nexweş mirin.

Li gorî rapora beşa Kurmancî ya AA'yê, Di daxuyaniya Nexweşxaneya Zanîngeha SANKOyê da hat diyarkirin ku îro ber destê sibê li beşa nexweşiyên giran a Kovîd-19ê ji ber oksîjena zêde di sîstema oksjenê da şewat derket.

Di encama midaxeleya lezgîn a xebatkarên nexweşxaneyê û ekîbên Agirkujiya Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê da şewat di demeke kin da hildan kontrolê, li beşa nexweşiyên giran 7 kes û kesek jî dema sewqî nexweşxaneyeke din dikirin bi tevahî 8 nexweş mirin.

Ji ber şewatê Mehmet Reşit Saydanoglu (75), Fethiye Kirca (78), Naciye Ulukutuk (56), Abdî Hamzaoglu (68), Elif Akgul (85), Okkaş Akbulut (69), Kahraman Taş (71) û Ali Saffet Kanpolat (64) mirin.

Di daxuyaniyaê da wiha hat gotin: "14 nexweşên li beşê dihatin dermenkirin sewqî nexweşxaneyên din kirin. Der berê mijarê da lêpirsîna edlî û îdarî hat destpêkirin."

 

 

Serepeyv