Kanûn 19, 2020 11:24 Asia/Tehran
  • Serokomarê Tirkiyê Erdogan bi Serokwezîra Almanyayê Merkelê ra axivî

Di axaftinê da Erdogan û Merkel li ser mijarên ku dê têkiliyên herdu welatan pêş bixin sekinîn, têkiliyên Tirkiye-YEyê yên di heyama nû da nirxandin

Li gorî rapora beşa Kurmancî ya AA'yê, "Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bi Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê ra bi vîdeo konferansê axivî.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariya Tirkiyê di axaftina Erdogan û Merkelê da li ser mijarên ku dê têkiliyên herdu welatan pêş bixin sekinîn, têkiliyên Tirkiye-Yekîtiya Ewropayê (YE) ya heyama nû da hatin nirxandin.

Serokomarê Tirkiyê diyar kir ku Tirkiye di têkiliyên YEyê da dixwaze ku rûpeleke nû veke û ji ber piştgiriya wê ya erênî û hewldanên wê ya ji bo têkiliyên Tirkiye - YEyê spasiya Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê kir.

Serokomarê Tirkiyê ji ber Noel û sala nû ya ku nêz dibe Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê pîroz jî kir."

 

 

Serepeyv