Bahçelî dîsa xwest ku HDP were girtin
Serokê Partiya nijadperest a Heriketa Neteweyî ya Tirkiyê(MHP) xwest bila gişt hewldanên partiya piştgirê mafên kurdan û kêmnetewên Tirkiyê ya Partiya Demokratîka Gelan(HDP) werin qedexekirin.
Li gorî ISNAyêîro ragihand ku serokê partiya nijadperet a MHPê Devlet Bahçelî bi tometbarkirina HDPê bi cudatîxwaziyê xwest ku bila ev partiya piştgirê mafên kurdan û kêmnetewên Tirkiyê were qedexekirin.
Bahçelî(Baxçelî) ku partiya wê hevpeymanê AKPê partiya serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan e û pişta wî bi piştgiriya Erdogan û vê partiyê germe û daxuyaniyên wî yên berê bandorê li siyasetên hukûmetê kirine, her wiha got ku ger hewce be guhertin di qanûna bingehîn, qanûnên partiyên siyasî an qanûna cezayê de werin kirin.
Partiya nijadperest a MHP demek dirêj e ku êrişî HDPê dike û herwek Erdogan vê partiya piştgirê mafên kurdan û kêmnetewên Tirkiyê tawanbar dike ku têkiliya wê bi PKKê re heye.