Serokomarê Fransa Macron bi vîrusa korona ket
Kanûn 18, 2020 13:31 Asia/Tehran
Qesira Elysee ragihand ku Macron semptomên vîrusê raber kirine û testa wî pozîtîf derketiye.
Macron dê 7 rojan di karantînê de bimîne û karên xwe ji malê bidomîne.
Di demên dawî de li Fransa rojane 10 - 15 hezar kes bi vîrusa korona dikevin.
Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Fransa heta niha 2,465,126 kes bi vîrusa korona ketine û 59,472 kes bi wê mirine.