Kanûn 18, 2020 12:53 Asia/Tehran
  • PKK: Li Heftanînê 6 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya PKK’ê ragihand hêzên wan 15’ê Kanûnê li qada Bektorya ya Heftanînê li Herêma Kurdistanê 6 leşkerên Tirkiyê kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya PKK’ê ragihand ku hêzên wê ji du baskan ve li qada Bektorya ya Heftanînê 15’ê Kanûnê êriş birine ser Girê Koordîneyê û 6 hêzên Tirkiyê kuştin.

Di daxuyaniya PKK’ê hatiye ragihandin ku hêzên wê 15’ê Kanûnê saet di navbeyna 12.00-12.20’an de li qada Bektorya ya herêma Heftanînê li dijî hêzên Tirkiyê li Girê Koordîneyê ji du baskan ve êriş kirin.

PKKê di daxuyaniya xwe de gotiye ku baskê pêşî yê êrişê, kozika ku 4 hêzên Tirkiyê tê de bûn kiriye hedef û li wan daye. Ev kozik li gel hêzên tê de bi temamî hatiye rûxandin. Dema çalakiyê kozika A4 ku dixwest bersiva hêzên PKKê bide ji hêla baskê dudiyan ê çalakiyê ve bûye hedef, kozika A4 li gel du dagirkerên tê de hatiye îmhakirin. Kozikeke din jî ya serê girê bûye hedef, derb xwariye, li vê derê hêzên ku hatine kuştin û birîndar bûne tam nehatiye zelalkirin.

Di vê çalakiyê de  1 çeka A4 û 2 kozik hatine îmhakirin, kozikekê derb xwariye û li ser hev 6 hêzên Tirkiyê hatine kuştin.”

Serepeyv