Kanûn 18, 2020 03:24 Asia/Tehran

Serokomarê Tirkiyê û Serokwezîrê Iraqê tekez dikin, ew dê bi hev re rûbirûyê wan grûpan bibin ku metirsî ne bo Tirkiyê.

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî îro li Enqerê civiyan û piştî civînê kongreyeke rojnamevanî ya hevbeş hat encamdan û hejmareke rêkeftin jî di navbera aliyan de hatin îmzekirin.

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan di wê kongreyê de ragihand, wan biryar daye “rûbirûyê DAIŞ, PKK û FETO” bibin û aşkere jî kir ku ew dê serdana Iraqê bike.

Erdogan amaje bi wê kir, “Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di demekê de berpirsyarî wergirt ku Iraq di rewşeke dijwar re derbas dibe. Em hêviya serkeftinê bo dixwazin û piştrast in ku dê serbikeve.”

Tirkiye û Iraqê di vê serdana Kazimî de hejmareke rêkeftin jî îmze kirin û Serokomarê Tirkiyê jî dibêje, wan di civînê de tekez kirine ku “Tirkiye berdewam palpiştiya Iraqê dike. Me behsa hinardekirina petrola Kerkûkê kir bi rêya Tirkiyê bo bazarên cîhanê.”

Herwiha Erdogan got ku wan di civînê de tekezî li ser wê jî kir ku “Projeyên stratejîk ên mezin bên kirin, bi taybetî di warê enerjî û avê de ku di warê avê de Tirkiyê azmûneke dûr û dirêj û şikomend heye.”

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî di wê kongreya rojnamevanî de got, “Me behsa gelek dosyeyan kir û gelek xalên hevbeş di navbera me de hene. Em kar dikin bo pêşxistina Encûmena Stratejî ya di navbera herdu aliyan de û Komîteya Hevbeş a  di navbera Iraq û Tirkiyê de.”

Derbarê “grûpên terorîst” de jî Kazimî amaje bi wê kir ku wan bi kirdarî dest bi rûbirûbûna wan grûpan kirine.

Mistefa Kazimî diyar kir, Iraqê di gelek warên weberhênanê de pêwîstî bi şiyanên Tirkiyê heye û derbarê peywendiyên aborî yên herdu aliyan jî got, “Em dixwazin peywndiyên aborî û weberhênanê zêdetir pêş bixin. Deriyê Iraqê ji bo hemû bazirgan û weberhênerên Tirkiyê vekiriye.”

Derbarê helwesta Iraqê li ser wan karên dibin metirsî li ser Tirkiyê jî Kazimî got, “Helwesta Iraqê aşkere ye di şermezarkirina hemû wan karên ku metirsî bin li ser Tirkiyê an jî asayişa netewî ya Tirkiyê. Em rê nadin ti grûpeke deryasayî axa Iraqê li dijî cîranên me bikar bîne.”

 

Serepeyv