Yewnanistan: YE’yê ji bo tirsa xwe li hember Tirkiyê disekine
Wezîrê Karên Derve yê Yewnanistanê Nikos Dendias piştî ku Washingtonê ceza li ser ceza li dewleta Tirkiyê ferz kirin, kêfxweşiya xwe nîşan da û destnîşan kir ku YE ji bo ku dewleta Tirkiyê li hember wê pirsgirêkek e danûstandinê pê re dike.
Wezîrê Karên Derve yê Yewnanistanê Nikos Dendias piştrast kir ku ew piştî biryara Waşîngtonê ya ferzkirina cezayan li dijî dewleta Tirkiyê pir kêfxweş e.
Nikos Dendias destnîşan kir ku li dewleta Tirkiyê tê nêrîn ku ew hêmaneke(faktoreke) tevliheviya aramiya herêmê ye. Ji aliyê din ve jî Enqerê diyaloga bi Atinayê re rawestandiye.
Nikos Dendias wiha domand: "Divê em ji dewleta Tirkiyê re eşkere bikin xetên sor li ku derê ne û divê ew şantajên xwe rawestîne."
Nikos Dendias wiha gotina xwe bi dawî kir: "YE’yê li gorî ku dibîne dewleta Tirkiyê li hember Ewropa pirsgirêk e, danûstandinê dike, ne weke ku dewletek e û nakokiya wê bi Yewnanistan û Qibrisê re danûstandinê bike."