Kanûn 16, 2020 23:46 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê  240 kes bi Koronayê mirin

Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de 29 hezar û 718 pêketiyên vîrusa Koronayê hatin tomarkirin û herwiha 240 kes jî ji ber Koronayê jiyana xwe ji dest dane ku ev rekoreke nû ye.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê, Fahrettin Koca diyar kir, ku di nava 24 saetên derbasbûyî de 205 hezar û 397 pişkinînên taybet bi Koronayê hatine kirin ku encamên 29 hezar û 718 ji wan pozîtîv bûye.

Her li gor amarên nû, ji duh ve heta îro 240 kes ji pêketiyên Koronayê li Tirkiyê canê xwe ji dest dane. Herwiha 29 hezar û 922 kes ji nexweşên Koronayê jî di nava 24 saetên borî de baş bûne.

Bi van amaran re, hejmara kesên ku heta niha li Tirkiyê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 1 milyon û 928 hezar û 166 kesan û 17,121 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 1 milyon 691 hezar û 113 kes jî ji vîrusê baş bûne.

Li gor Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, heta niha bi giştî li Tirkiyê 21 milyon û 695 hezar û 592 pişkinînên Koronayê hatine pêkanîn.

Serepeyv