Kanûn 16, 2020 12:17 Asia/Tehran
  • Di navbera Erdogan û Serokê Konseya Yekîtiya Ewropî de axaftinek têlefonî

Serokomarê Tirkiyê û Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê bi têlefonê gotûbêj kirin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Anatolyayê, Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan şeva borî (Sêşemê) di axaftina bi têlefonê ya bi Serokê Konseya Yekîtiya Ewrûpayê Charles Michel re encamên rûniştina Konseya Yekîtiya Ewropî gotûbêj kir.

Ev gotûbêja têlefonî piştî vê yekê ye ku Erdogan bi tundî rexne li biryara Yekîtiya Ewropî ya li dijî Tirkiyê girt, pêk hat.

Serokên Yekîtiya Ewropayê herî dawî li rûniştina xwe ya Brukselê li hev kirin ku cezayên zêdetir li ser Tirkiyê bidin sepandin.

Çavkaniyên dîplomatîk ên Ewropî dibêjin ku zêdebûna sizayên Yekîtiya Ewropî li dijî Enqerê ji ber operasyonên kolandinê yên Tirkiyê li rojhilatê Deryaya Navîn(Spî) ye.

Di vê derbarê de, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavuşog‌lu roja Sêşemê di axaftinek li rûniştina nirxandina budceyê ya parlamentê ya 2021 de dîsa li ser hewldanên Tirkiyê li rojhilata deryaya Spî ji bo tiştê ku wî wekî pêkanîna mafên xwe digot, sekinî.

Wezîrên Yekîtiya Ewropayê gelek caran ji Tirkiyê re gotine ku lêgerîn û hewldanên di nav avên ku nakokî li ser hene yên rojhilatê Deryaya Spî de rawestîne an li benda dûhatên wê bimîne.

Serepeyv