Kanûn 16, 2020 08:17 Asia/Tehran
  • Çavkaniyekî dîplomatîk: YE'yê Erdogan bi girankirina cezayan agahdar kir

Li gorî çavkaniyek dîplomatîk, Serokê Konseya Ewropayê Charles Michel, bi rêya telefonê Serokomarê Tirkiyê Receb Tetib Erdogan, bi biryara civîna serokên Ewropayê ya girankirina cezayan li ser Tirkiyê agahdar kir.

Çavkaniyekî dîplomatîk di Yekitiya Ewropayê (YE) de ji rojnamevanan re got: "Charles Michel, Serokomarê Tirkiyê bi encamên civîna serokên Ewropayê ya ku 10 û 11'ê Kanûnê hatibû lidarxistin, agahdar kiriye û teqez kir ku pêwîst e rageşiya li deryaya Spî were kêmkirin."

Çavkanî daxuyad ku "Micel banga domandina diyalogên bi Yewnanistanê re û pêkanîna diyalogan bi sponseriya Neteweyên Yekbûyî derbarê çareseriya li Qibirsê de kir."

Ji ber liv û tevgerên Tirkiyê yên li deryaya Spî, serokên Ewropa di civînaya xwe ya dawiyê de biryara girankirina cezayan li dijî Tirkiyê da. Yekitiyê pêkanîna cezayan heta Adara bê paşde xist û muhlet da Tirkiyê da ku nêzîkatiyên xwe biguhere.

Serepeyv