Kanûn 15, 2020 16:54 Asia/Tehran
  • Tirkiye dixwaze waksena Koronayê ji Çînê bikirre

Wezareta karên derve ya Çînê qala biryara Tirkiyê jibo kirrîna waksena Koronayê ji wî welatî kir.

Li gorî rapora roja Sêşemiyê ya ajansa Anatoliyê, Wezareta karên derve ya Çînê bi daxuyaniyekê tevî amajeya bi gotûbêja telefonî ya wezîrên karên derve yên  du welatan, ragihand ku rayedarên tirkiyeyî di vê têkiliyê da waksena Koronayê ya Çînê bibandor û ewleh daye zanîn.

Li gorî vê daxuyaniyê, Wezîrê karên derve yê Tirkiyê kirrîna bilez a vê waksenê li tûşa hewildanên Enqerê jibo xurtkirina hevkariya bi Çînê ra da zanîn.

Serokê Koma kompaniyên dermançêkirinê ya Çînê roja bihurî ragihand ku kapasîteya berhemanîna waksenên dijî Koronayê yên Çînê di sala 2021ê da dê bigihêje miliyarek dozî.

 

Serepeyv