Kanûn 15, 2020 09:22 Asia/Tehran
  • Amerîkayê boykotên dijî Tirkiyê cih anîn

Medyayên Amerîkayê qala ragihandin û cihanîna boykotên vî welatî li dijî Tirkiyê ji ber kirrîn û bikaranîna Pergala Bergiriya asimanî ya S400'a Rûsiyê kirin.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Kanala ABC ya Amerîkayê ragihand ku Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê sal û nîvekê piştî kirrîna Pergala Bergiriya asimanî ya S400'a Rûsiyê ji aliyê Tirkiyê va, destûra cihanîna boykotan dijî Enqerê da.

Her wiha ev boykot ku ji aliyê Wezareta Xezînedariya Amerîkayê bi awayekî fermî hatiye ragihandin, pêşeyên berevaniyê yên ser bi Saziya serokomartiya Tirkiyê û berpirsên wê ji wan serokê vê saziyê dike armanc.

Mayk Pompêo Wezîrê karên derve yê Amerîkayê jî di twitterê da hişyarî da, ev boykot nîşan didin ku Amerîka danûstandina bi beşên berevanî û istixbaratî ya Rûsiyê ra tehemil nake.

Wî hêvîdarî kiriye ku Tirkiye bin çareserkirina pirsgirêka Pergala Bergiriya asimanî ya S400'a Rûsiyê, rê jibo danûstandina dubare ya berevaniyê navbera Enqere û Waşîngtonê xweş bike.

 

Serepeyv