Kanûn 14, 2020 02:06 Asia/Tehran
  • Rojnama El-Beyan: Erdogan bi veguhastina terorîstan ji bo Lîbyayê, terorê eşkere dike

Rojnama El-Beyan a Îmaratê diyar kir ku Erdogan bi rêya şandina çeteyên komên terorîst û çeteyên ji welatên din ji Lîbyayê re, terorê eşkere dike.

Rojnama El-Beyan daxuyand ku xuya ye rejîma Tirkiyê ne amade ye ku di belavkirina tevlihevî û terorê li Lîbya û talankirina xêr û bêrên wê yên petrolê, gavan paşde biavêje û wiha daxuyand: “Rojane rejîma Tirkiyê rengên nû ji şantajê û sewqiyatên leşkerî radixe pêş çavên me, da ku di aliyê leşkerî de dîsa derkeve pêş û hewldanên diyaloga di navbera aliyên Lîbyayê de têk bibe.”

Vê Rojnamê di nivîsa xwe de wiha got: “Erdogan bi rêya birêkirina çeteyên girêdayî komên terorîst û çeteyên ji welatên din ji bo Lîbyayê da ku rola xwe li herêmê berfireh bike, sûcê terorê eşkere dike. Erdogan xaka wî gelî kiriye korîdoreke kuştinê û terorîstan û bi vê yekê hemû pîvanên qanûnên navneteweyî û nirxên mirovî binpê kiriye.”

Di dewama nivîsa rojnameyê de wiha hate gotin: “Erdogan hewl dide ji nû ve terorê li gorî armancên xwe yên xerab, saz bike û dibîne ku bi gurkirina şer dê bikare sûdê ji nakokiyên siyasî yên navneteweyî bigire û destkeftiyan pêk bîne.”

Rojnameyê destnîşan kir ku gelê Lîbyayê dizane ku dijminê wan ê yekemîn Erdogan û ajanên wî yên li hundirê Lîbyayê ne ku dixwazin welatê wan xerab bikin û çavkaniyên wê yên binerd bi dest bixin.

Di dawiya nivîsa rojnameyê de wiha hate gotin: “Erdogan hewl dide bi navê aştiyê û i ser hesabê aştiyê tevlihevî û xerabiyê zêde bike. Ji bo vê armanca xwe rê li kesên ku ewlehiya Lîbyayê û yekitiya nîştimanî têk dibin ve dike da ku rêya diyalogeke zelal ku aştiyeke mayînde û rasteqîn bi xwe re tîne, bigire.”

Serepeyv