Kanûn 13, 2020 09:54 Asia/Tehran
  • HDP bo Baxçelî:

HDPê bi weşandina peyamekê bertek nîşanî daxwaza hilweşandina vê partiyê ji aliyê serokê partiya zêdegav û tundrê ya MHP da.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Li pey rexneya tund a Dewlet Baxçelî, Serokê Partiya Hereketa Neteweyî ya Tirkiyê (MHP) ji partiya HDP û daxwaza jibo hilweşandina vê partiyê, HDP wek berteka dijî van gotinan li ser twittera xwe ya fermî nivîsî: "Bersiva me bo Baxçelî ev e: Dijminên sereke yên vî welatî ew kes in ku bi palpiştiya desthilatê û xwesitirandina li rihetiya koşka serokomartiyê, mafiyageriyê dikin. Emê tevî hebûna we jî, demokrasiyê bînin vî welatî."

HDP di dewama vê peyama xwe da ragihand: "Heke dewsa girêdana HDP bikarin devê xwe bigirî, te yê ximzeteka mezin bo pêşeroja vî welatî kiribe."

Serepeyv