Kanûn 12, 2020 16:34 Asia/Tehran
  • Tirkiye çekdarên Sûrî amade dike ji bo ku bişîne Somaliyê

Artêşa Tirkiyê li 5 navendên perwerdekirin û rahênanê li herêma Efrîna kurdan a bakurê rojavayê Sûriyê, çeteyên sûrî ku navê Opozisyona Sûriyê lê kiriye, amade dike ku wan bişîne Somaliyê li parzemîna Afrîqayê.

Li gor zanyariyan artêşa Tirkiyê li gundên Meydan, Îkbis, Bîska, Belîka, Benîrka, 5 navedên nû yên perwerdekirin û rahênana serbazî ava kirine.

Çavkaniyên ser bi opozisyona Sûriyê  ragihandin, heya niha hin girûpên çekdar red dikin ku biçin Somaliyê û hinek grûpan jî dest bi rahênanê kirine.

Di heman demê de, Hikûmeta Tirkiyê li çend deverên gundewarên Megedîşoyê, navên Tirkî li gund û saziyên xizmetguzariyê kiriye û bingehên xwe yên serbazî firehtir dike.

Bingehên serbazî yên Tirkî li Somaliyê di sala 2011ê de hatine damezrandin û hezar û 200 serbaz têde dimînin.

Ev yek di demekê de ye ku Tirkiyê berî niha bi deh hezaran çekdar şandibûn Lîbyayê. Herwiha gelek çavkaniyên bawerpêkirî jî diyar kiribûn ku Tirkiyê ji bo piştevaniya Komara Azerbaycanê çeteyên Sûrî şandine Qerebaxê ji bo ku li dijî Ermenistanê şer bikin.

Serepeyv