Kanûn 12, 2020 13:46 Asia/Tehran
  • HDPê bersiveke tund da Bahçelî

Serokê MHPê dibêje, “Divê HDPê bê girtin” û HDPê jî bersiv dide, “Li şûna HDP bê girtin pêwîst e Bahçelî(Baxçelî) devê xwe bigire” ku ev yek dê bibe `xêreke mezin` bo pêşeroja Tirkiyê.

Serokê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçelî duh li hejmara xwe ya Twitterê peyamek belav kir û got, “Divê ev karwan wiha neçe. Divê deriyê HDPê bê kîlîtkirin ku êdî neyê vekirin. Kapasîteya siyaseta Tirk bo hilgirtina HDPê nemaye. Divê ev kana teror û perçekirinê bê girtin.”

Bahçelî derbarê rewşa Hevserokê Berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş de bang li dadgehan jî kir û got, “Divê dadgehên bêalî yên Tirk, di qonaxa niha de êdî dawî li hewldanên pêkanîna abîdeyek demokrasiyê ji terorîstekî ku niha di girtîgehê de ye, bînin.”

Derbarê keysên Demîrtaş û karsaz Osman Kavala de Bahçelî got, “Divê di sala 2021an de hemû keysên peywendîdar bi terorê bigihin encamê û Tirkiye vê mijarê di warê hiqûqî de bigire.”

HDPê jî derbarê van gotinên Devlet Bahçelî de daxuyaniyek belav kir û bersiva Bahçelî da.

HDP dibêje, “Bersiva me ya bo Bahçelî; Ew kesên pişt bi desthilatê, di bin konfora koşkê de mafyatiyê dikin, dijminên rasteqîn ên vî welatî ne. Em dê tevî we jî demokrasiyê bînin. Li şûna ku HDPê bigirin, hûn devê xwe bigirin dê xêreke we ya mezin bigihije pêşeroja welat.”

Serepeyv