Kanûn 12, 2020 09:35 Asia/Tehran
  • ​​​​​​​Parlamenterekî lîbyayî: Toqa di stûyê Erdogan de teng dibe

Endamê Parlamenta Lîbyayê Îbrahîm El-Dirzî got: "Ji ber rewşa aborî ya xirab a li Tirkiyê û cezayên Ewropa û Amerîkayê yên li dijî Enqerê, toqa di stûyê Erdogan de êdî teng dibe."

Endamên Yekitiya Ewropa roja pênşema derbasbûyî di civîna Brokselê de, bi tawana kiryarên derqanûnî yên dewleta Tirkiyê ên li deryaya Spî, biryara ferzkirina cezayên li ser Tirkiye da.

Di vê der barê de du çavkaniyan diyar kir ku Serokomarê Amerîkayê Donald Trump gelek tedbîrên cezayî yên li dijî Tirkiyê erê kir.

Endamê Parlamenta Lîbyayê Îbrahîm El-Dirzî ji ANHA'yê re axivî û got ku têkiliyên piraniya dewletên ereban ên bi dewleta Tirkiyê re ne zêde baş in û wiha dewam kir: "Ez dibînim ku lihevkirina siyasî ya di navbera Qeterê, Siûdiyê, Misir û Îmaratê de dê bibe derbeyeke din li Erdogan."

Endamê Parlamenta Lîbyayê Îbrahîm El-Dirzî di dawiya gotina xwe de ev yek anî ziman: "Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan giraniya xwe wenda kiriye û kesên muxalif rejîma hakim red dikin, ji ber vê di rojên pêş de dê rewşa Tirkiyê krîtîk be."

Serepeyv