Ji Stenbolê berê xwe da gundê xwe: Divê mirov pêwendiyê bi civaka xwe re deyne
Cabbar Alp piştî salên dûr û dirêj ên li bajaran, biryar da ku vegere gundê xwe. Alp, piştî salan vegeriya gundê xwe yê girêdayî navçeya Farqînê. Alp anî ziman ku divê mirov pêwendiyê bi civaka xwe re deyne.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) bi qelema "Tolga Guney", Piştî şewba Kovîd-19'ê gelek kes ji bajarên mezin û qelebalix berê xwe dan gundên xwe. Yek ji van kesan jî Cabbar Alp ê 33 salî ye. Alp, piştî salan ji Stenbolê berê xwe da gundê xwe Fêra yê navçeya Farqînê. Alp, 4 meh berê hatiye gundê xwe û niha hewl dide li nav erdê xwe fisteqan biçîne.
DU FÎLMÊN KURT
Alp, heya niha gelek tiştên hunerî jî kirine. Di gelek şanoyan de lîstiye û du fîlmên kurt jî çêkirine. Fîlmê wî yê ewil "Anons" e. Anons, behsa qedexeyên derketina kolanan ên li Sûrê dike.
Alp, bi vî fîlmê xwe gelek xelat stendine. Fîlmê wî yê duyem jî "Cî Nema" ye. Di vî fîlmê xwe de jî behsa zarokekî ku piştî qedexeya derketina kolanan û şerê li Cizîrê berê xwe dide Stenbolê dike.
Alp, bilêv kir ku piştî bazirganî pêş ketiye bajar jî çêbûne û niha bi çanda bajarîbûnê çand jî tê texrîbkirin. Alp ku got "Jiyana bajêr, nahêle mirov li ser mirovbûna xwe bifikire" anî ziman ku ev jiyan mirovan diqedîne. Alp, destnîşan kir ku ya diqede tenê ne çavkaniyên maddî ne, pê re ruh û manewiyata civakî jî diqede.
Alp, diyar kir ku piştî demekê manewiyat di nava qelebalixiya bajêr de nayê dîtin û got: "Ev rastî her diçe zêde dibe. Feraseta, heger tu bisekinî tu yê bikevî, heye. Madem werê, gelo ev lez û bez ber bi ku ve diçe?"