Kanûn 09, 2020 10:35 Asia/Tehran
  •  HDP, têkildarî amûrên guhdarkirinê yên li avahiya bajêr hatin dîtin wê gilî bike

Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç, derbarê amûrên guhdarkirinê yên li avahiya Rêxistina Stenbolê hatin dîtin de, daxuyanî da û got: “Tu sûcekê me yê em veşêrin tuneye.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç, derbarê amûrên guhdarkirinê yên li avahiya Rêxistina Stenbolê hatin dîtin de, daxuyanî da û got: “Tu sûcekê me yê em veşêrin tuneye. Em ê derbarê mijarê de gilî bikin.” 

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê, derbarê amûrên guhdarkirinê yên di avahiya xwe dîtin de, civîna çapemeniyê li dar xist. Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç, Hevserokên HDP’ê yên Stenbolê Elîf Bûlût û Erdal Avci beşdarî civînê bûn. 

Sarûhan Olûç, di civînê de axivî û wiha got: “Guhdarkirinên derqanûnî yên partiyên siyasî û serokên wan îro jî di rojevê de ne. Ev amûrên sûc ên li pêşberî me ne, me xwest em aşker bikin. Ev amûrên di odeyên me yên cuda de hatin dîtin. Bi van cîhazan me guhdar dikin. Ev amûrên sûc li pişt prîzan û di lambeyan de hatin dîtin. Di heman demê de, di pirîzên sêbarî de hatin dîtin. Di heftiyên derbasbûyî de, di avahiya me ya Wanê û berî wê jî, di avahiya me ya Amedê de, ev amûrên guhdarkirinê hatin dîtin. Polîs bi awayekê bêhiqûq bi ser avahiyên partiya me de digirin. Hêzên polîsan van amûrên sûc li avahiyên me bi cih dikin. Ev sûce û emê vî sûcî qebûl nekin.” 

‘EMÊ SERLÊDAN SÛC BIKIN’ 

Olûç, da zanîn ku ji bilî amûrên guhdarkirinê, hin tiştên din jî di avahiyên me de hatin bicihkirin û wiha pê de çû: “Li avahiya me ya Amedê, hin tiştên din bi cih kirine. Em van dizanin û dibînin. Me dest bi karê  hiqûqî kir. Lîsteyên cuda û defterên cuda li avahiyên me yên bajêr bi cih kirin. Gelo vî karî kî dike? Tenê du sazî hene ku vî karî bikin. Yek jê Îstîxbara Polîsan a girêdayî Wezareta Karê Hûndire û ya din jî Îstîxbara Netewî ye. Ji bilî Îstîxbarat û Wezaretê, tu saziyek din nikare vî karî bike. Em ê di rojên pêş de, derbarê van her du saziyan de gilî bikin.” 

BÊ BAWERIYÊ AVA DIKIN 

Olûç, dest nîşan kir ku li Tirkiyê hiqûq nemaye û wiha rêz kir: “Êdî azadî û ewlekariya li Tirkiyê siyaset kirin nemaye. Kesên ev amûrên sûc di avahiyên me de bi cih kirin, sûcê Qanûna Bingehîn kirine. Em ji Wezîrê Karê Hûndir dipirsin, gelo we ev cihaz bi kîjan biryara dadgehê di avahiya me de bi cih kiriye? Divê hûn vê aşkere bikin. Ji bo ku hûn desthilatdariya xwe dewam bikin, serî li hemû rê û rêbazên bêhiqûqiyê didin. Ger hûn wisan biçin, hûnê nekarin baweriyê bidin ava kirin. Lê ew çi bikin jî em ê têkoşîna xwe dewam bikin û ji bo van hemû amûrên sûc gilî bikin.”

 

 

 

Serepeyv