Kanûn 08, 2020 23:47 Asia/Tehran
  • Hejmara goriyên Koronayê li Tirkiyê zêde dibin

Li Tirkiyê di 24 saetên borî de ji ber vîrûsa koronayê 211 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 15 hezar û 314 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 8ê Kanûnê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiyê  di 24 saetên borî de 6 hezar û 593 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 552 hezar û 304 kesan.

Herwiha di 24 saetan de 5 hezar û 245 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 441 hezar û 151 kesan.

Serepeyv