Kanûn 08, 2020 16:36 Asia/Tehran
  • Alî Babacan: Em dê hemû mafên xwezayî yên welatiyên xwe binasin

Serokê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Alî Babacan ragihand ku derbarê mafê zimanê dayîkê de ragihand ku ew dê hemû mafên xwezayî yên welatiyên binasin û got: “Em dizanin mafê zimanê zikmakî yên welatiyên me wek şîrê dayîka wan helal e.”

Partiya DEVA ku partiyeke nû ya Tirkiyê ye û bi serokatiya Ali Babacan piştî cudabûna ji AKP hat damezrandin, kar ji bo temamkirina mercên beşdarbûna hilbijartinên Tirkiyê dike û heta niha li çen parêzgehan ofîsên xwe vekirine û duh jî bi beşdariya serokê partiyê Alî Babacan li bajarê Mûşê ya kurdên Tirkiyê Kongreya xwe ya xwecihî saz kir.

Alî Babacan di 1emîn Kongreya Asayî ya Parêzgeha Mûşê ya partiya xwe de axivî, di axaftina xwe di behsa çareseriya mafê zimanê zikmakî, daxwaza malên cem, pirsgirêkên aborî û rewşa Tirkiyê ya niha kir.

Babacan got: “Em dê hemû mafên xwezayî yên welatiyên xwe binasin. Em dizanin mafê zimanê zikmakî yên welatiyên me wek şîrê dayîka wan helal e. Li gel zimanê me yê fermî Tirkî, pêwîstiya ji bo gav avêtina pêşxistin, bikaranîn û parastina zimanê zikmakî yê hemwelatiyên me heye. Herwiha ji bo hemwelatiyên me ku baweriyên xwe bêtirs û di aramiyê e bijîn pêk bîne em dê rewşeke azad biafirînin. Em dê daxwazên maf û azadiyê yên welatiyên xwe li ser bingeha edaletê di referansa mihwerê, bawerî û çandê de bicîh bînin. Di vê çarçoveyê de, di serî de ji bo çareserîkirna pirsgrêkên di derbarê daxwaza malên cem, bawerî, ramanên hevwelatiyên me yi Elewî ku  ketine ser hev em dê her gavî biavêjin. Em dê hemû astengên qanûnî û îdarî yên li ber raya giştî rakin. Em dê hemî pratîkên ku hestê cudakirinê diafirînin biqedînin.”

Bi gotina Babacan, Partiya DEVAyê dê bibe temînata hemî mafên ku hatine bidest xistin û partiya DEVA ji bo mafan bi dest bixe dê têkoşîn bike.

Babacan di derbarê gefên mafyayê de rexne li desthilatê kir û wiha got: “Dixwazin me vegerînin tariîtiya salên 90î. Em dibînin, serokê çeteyan gefan dixwin. Hevparê biçûk pesnê serokê çeteyan dide. Hevparê mezîn jî temaşe dike, bi ser de xwedî li vê zîhniyetê der tê. Em wî welatî ji çetevanan re nahêlin.”

Babacan ji bo Serokê Giştî yê Partiya Vatanê Dogu Perînçek jî got ew piştgiriyê 28 Sibatê ye, û  bal kişand ser axavtina Perînçek ya ku dibêje “Em bi desthilatê re di heman keştiyê de ne, em rotayê diyar dikin” û wiha axivî: “Em wî welatî ji çetevana û piştgirên 28ê Sibatê û yên çav berdanê mafên welatiyên me re ber nadin.”

Serepeyv