Kanûn 08, 2020 08:38 Asia/Tehran
  • HDP: Li avahiya me ya Stenbolê cîhazê guhdarîkirinê hat dîtin

HDPê ragihand ku li avahiya wan a li Stenbolê cîhazekî(wesîleyekî) guhdarîkirinê hatiye dîtin û ew dê delîlên li ser vê bûyerê aşkere bikin.

Ragihandina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) duh,  daxuyaniyek belav kir û aşkere kir ku li avahiya partiyê ya Stenbolê cîhazê guhdarkirinê hatiye dîtin.

Di daxuyaniyê de amaje bi wê hatiye kirin, “Di demekê de ku nîqaşên li ser guhdarîkirina partî û serokên wan bi awayekî deryasayî berdewam in, li avahiya me ya Stenbolê cîhazê guhdarkirinê hatiye dîtin.”

Herwiha hatiye aşkerekirin ku Wekîlê Serokê Fraksiyona HDPê Saruhan Oluç û Hevserokên HDPê yên Stenbolê, Elîf Bulut û Erdal Avci dê îro, 08.12.2020, saet 11.00 li avahiya partiyê ya Stenbolê konferanseke rojnamevaniyê saz bikin û li ser vê mijarê zanyariyên zêdetir aşkere bikin.

Ev yek di demekê de ye ku Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu di hevpeyvînekê de li gel malpereke Tirkiyê aşkere kiribû ku telefonên wî, hevjîn û zarokên wî tên guhdarîkirin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu jî li hejmara xwe ya Twitterê ew daxuyaniya Kiliçdaroglu wek hewlek “bo têkbirina rûmeta hêzên emnî” binav kiribû û şermezar kiribû. Soylu gotibû, “Eger gilîyek li dozgeriyê bê tomarkirin, em dê her gaveke pêwîst biavêjin.”

Herwiha Serokê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu jî di dema beşdariya xwe ya di bernameyake televîzyonî de gotibû, “Di vê mijarê de baweriyeke min jî heye, ez di wê baweriyê de me ku telefon û avahiyên me tên guhdarîkirin.”

Serepeyv