Li Meclisa Tirkiyê hevdîtinên budçeyê dest pê kirin
Kanûn 07, 2020 18:15 Asia/Tehran
Hevdîtinên Budçeya Navendî ya Sala 2021’an bi axaftina Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay dest pê kirin.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Lîjneya Giştî ya Meclisê, bi serokatiya Serokê Meclisê Mûstafa Şentop li hev kom bû û dest bi hevdîtinên Budçeya Navendî ya Sala 2021’an kir.
Hevdîtinana bi axaftina Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay dest pê kir. Piştî axaftina Oktay, wê hevdîtin bi axaftina nûnerên desthilat û muxalefetê berdewam bikin.