Kanûn 07, 2020 18:06 Asia/Tehran
  •  Bajarê Qersê bi barîna berfê kirasê spî li xwe kir

Li Qersê berfa ku nîvê şevê dest bi barînê kir, binavber didome.

Li gorî rapora beşa Kurmancî ya Anadulo Newsê (AA), Li bajêr sir û sermaya ku tesîra xwe nîşan da, nîvê şevê vegerand berfê. Welatî dema sibê zû hişyar bûn, dîtin ku derva bi berfê spîçîl bûye.

Hin welatiyan berfa li ser wesayîtên xwe bi firçeyê paqij kirin. Li bajarê ku kirasê spî li xwe kir, berhemên dîrokî dîmenên xweşik derxistin holê.

Welatî Taner Guneş di daxuyaniya xwe ya da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku ew ji barîna berfê ra hesret mabûn û wiha dewam kir, "Ev demek e em li benda vê bereketê, li benda berfê bûn. Qersê û berhemên wê yên dîrokî kirasê spî li xwe kir, dîmeneke xweşik derketiye holê. Berf zehf li Qersê tê, wesayît di bin berfê da man, me bi firçeyê paqij kir û em wisa derketin rê."

Li bajêr barîna berfê didome.

 

 

 

Serepeyv