Kanûn 07, 2020 18:06 Asia/Tehran
  •  Ji duh heta îro 7ê Kanûnê, Li Tirkiyê 195 kes ji ber Koronayê mirin

Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de( Ji duh heta îro 7ê Kanûnê) 174 hezar û 761 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 195 kesan canê xwe ji dest da.

Li gorî rapora beşa Kurmancî ya Anadulo Newsê (AA), Li Tirkiyê di 24 saetên dawînde 174 hezar û 761 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 195 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane îro 174 hezar û 761 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 19 milyon û 691 hezar û 845an.

Di 24 saetên dawînde 174 hezar û 761 test hatin kirin, testa 30 hezar û 402 kesan pozîtîf derket,195 kesan canê xwe ji dest da.

Hejmara nexweşên rewşgiran bû 5805, di 24 saetên dawîn de ku bi rehetbûna 4011 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 431 hezar û 253yan.

Li gorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 3,3 ye.


 

Serepeyv