'Partiya Demokrat a Kurd' dê li Amedê were damezirandin
Kanûn 07, 2020 07:37 Asia/Tehran
Partiya Nûdamezirandî ya Demokrat a Kurd (KDP) roja 12ê Kanûna 2020î bi lidarxistina yekem kongreya xwe li Amedê dê bi awayekî fermî têkeve qada siyasî ya Tirkiyê.
Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê rojnameya Duvarê, Qonaxên tomarkirina partiya kurdî ya nû ya bi navê Partiya Demokrat a Kurd (KDP) li Amedê bi dawî hatiye û ev partî dê roja 12ê kanûna 2020î bi lidarxistina yekem kongreya xwe li Amedê dê bi awayê fermî derbasî qada siyasî ya Tirkiyê bibe.