Kanûn 06, 2020 21:55 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê 195 kesên din bi Koronayê mirine

Li Tirkiyê di heyama 24 saetên derbasbûyî de 195 kesên din bi Koronayê mirin.

Îro yekşemê 06.12.2020an Wezareta Tendirustiya Tirkiyê amarên nû yên mirin û pêketiyên Koronayê belav kir.

Li gor wezaretê, di 24 saetên borî de li Tirkiyê 30 hezar û 402 pêketinên nû yên bi Covid-19 hatine tomarkirin, herwiha 195 kesên din jî bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

Bi van amarên nû re, hejmara kesên ku heta niha li Tirkiyê bi vîrusa Covid-19 canê xwe ji dest dane, gihîşte 14,900 kesan û hejmara pêketiyan jî bo 539,291 kesan bilind bû.

Herwiha di 24 saetên bihorî de 4,011 kes ji pêketiyên Koronayê jî li Tirkiyê baş bûne û bi vê yekê hejmara kesên başbûyî gihîştiye 431,253 kesan.

Serepeyv