Kuçe û kolanên Amedê xalî man
Li tevahiya bajarên kurdan li Tirkiyê ji ber belavbûna zêde ya nexweşiya Koronayê, heta roja duşemê saet 5ê serê sibehê qedexeya derketina derve hate ragihandin. Kertên xizmetgûzariyê ne tê de, hemû dikan hatin girtin. Di serî de bajarê Amedê, li gelek bajarên kurdan piraniya xelkê pabendê van rênimayan bûn.
Ji destpêka serê sibeha duh ve, riyên sereke yên li Amedê bûn cihê xalên kontrola polîsan. Asayîşê hemû otomobîlan yek bi yek dan rawestandin û belgeya destûra derketina derve ji wan xwest. Yên ku belgeya wan tunebûn, ji aliyê polîsan ve bi dayîna pereyan hatin cezakirin.
Di serî de li Amedê, li tevahiya bajarên kurdan ji bo pêşîlêgirtina zêde ya belavbûna nexweşiya koronayê qedexeya derketina derve hate ragihandin. Dikanên li derveyî xizmetgûzariyê jî ketin ber qedexeyê.
Valabûna otobûsan û nebûna rêwiyên taksiyan yek ji nîşaneya berbiçav a pabendbûna xelkê ya rênimayan û qedexeya derketina derve bû.
Di vê qedexeya giştî de tenê vekirina market, dermanxane, kargehên nan, cihê fêkî û pincaran, dendikfiroş, şîranîfiroş û kargehên hilberînê serbest bû. Xwaringeh jî ji ber qedexeyê tenê karîn sîparîşan bi pakêtan bişînin malên krîgeran.
Li gorî giştînama Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê, qedexeya derketina derve dê li 81 bajaran heta roja duşemê serê sibehê saet 5'an berdewam bike.