Kanûn 04, 2020 12:11 Asia/Tehran
  • Soylu têkildarî îdiaya suîqesteke li dijî Îmamoglu daxuyanî da

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu, têkildarî îdîayên hewldaneke suîqestekê li dijî Ekrem Îmamoglu ragihandiye: “Li gor pileyê operasyon tên kirin, ji ber vê yekê hewldan tên bêbandorkirin, xeterek wisa ji holê tê rakirin. Lê ev nayên eşkere kirin.”

Di hin medyayên Tirkiyê de, hin nûçe û zanyarî di van çend rojên dawî de hatibûn belavkirin ku DAIŞ dê li dijî Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu êrîşeke suîqastê pêk bîne.

Rêveberiya Giştî ya Ewlehiyê li Tirkiyê îdîayên derbarê hewl an hewlên ji bo êrîşeke li dijî Şaredarê Stenbolê red kir, lê di derbarê mijarê de Suleyman Soylu daxuyaniyek cihê da.

Suleyman Soylu têkildarî mijarê ji rojnameya Sozcu ya Tirkiyê re ragihandiye, car carna di derbarê kesên giring ên di nav dewletê de an ji siyasetmedaran de zanyariyên îstxbaratê dikevin destê wan.

Soylu ragihandiye, “Ev an ji çavkaniyên îstixbaratên vekirî tên bidestxisitin, an rêxistinên  terorî, an di dema şopandina teknîkî ya ji komên vê çalakiyê dikin tên bidestxistin, an jî di lêpirsinînên piştî operasyonan de zanyariyên wisa bidest dixin û ew zanyarî bi awayekî hesas tên nirxandin û pilebbendîkirin. Ger pêwîst be agahî didin polîsên ku wî kesî diparêzin.  Midûriyat Şaxa Parastinê û ji aliyê yekîneyên îstisxbaratê ji bo bêtir agahdar bin hinek zanyarî bi wan re tê parvekirin. Ger pêwîst be ev kom tê xurtkirin.”

Soylu got, “di vê navberê de li gor pileyê, operasyon tên kirin, ji ber vê yekê hewldan tên bêbandorkirin, xeterek wisa ji holê tê rakirin û ev nayên eşkerekirin.”

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê daye zanîn, ku ew operasyonên ku hatine kirin û derbarê wan de zanyarî nehatine belavkirin, aşkere nake.

Serepeyv