Derbarê parlamenterên HDPê de 50 fezleke bo parlamentoyê hatin şandin
62 fezlekeyên nû ji bo parlemanta Tirkiyê hatin şandin ku 50 ji wan derbarê parlementerên HDPê de ne.
Li Tirkiyê daxwaza rakirina parêzbendiya hejmareke parlamenterên din jî tê kirin û bi vê mebestê 62 fezlekeyên ku hatibûn amadekirin bo parlemantê hatin şandin.
Li gor zanyariyên hatine bidestxistin, ji wan 62 fezlekeyan 50 derbarê 31 parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de ne.
Derbarê Hevseroka Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz de 5 fezleke hatine amade kirin.
Di derbarê Parlementerê serbixwe Ahmet Şik de 1 û parlementere Hatayê yê Partiya Karkerên Tirkiyê (TİP) Bariş Atay de 1 yek fezleke hatine amade kirin
Derbarê parlementerên Partiya Komarî (CHP)ê Cavît Ari û Aykut Erdogdu de 1, parlementerên IYI partiyê Enez Kaplan û Zekî Hasan Sidali da jî yek fezleke hatine amadekirin û fezlekeyek jî derbarê parlemeterê MHPê yê Sêwazê Ahmet Ozyurek re hatiye amadekirin.
Ew parlementerên HDPê û hejmara fezlekeyên derbarê wan de hatine amadekirin bi vî awayî ne;
Tayîp Temel (1), Murat Çepnî (1), Nusrettin Maçîn (1), Dilşat Cambaz (1), Serpil Kemalbay (1), Meral Daniş Beştaş (1), Muazzez Orhan (1), Dersim Dag (1), Sidik Taş (1), Mehmet Ruştu Tiryaki (1), Gulistan Kiliç Koçyigit (2), Murat Sarisaç (2), Ali Kenanoglu (1), Oya Ersoy (1), Sait Dede (1), Îmam Taşçier (1), Tulay Hatimogulları (1), Semra Guzel (3), Huseyin Kaçmaz (2), Remziye Tosun (2), Ayşe Surucu (3), Sezai Temelli (2), Nuran İmir (4), Hişyar Ozsoy (2), Feleknas Uca (2), Abdullah Koç (1), Şevin Coşkun (2), Hasan Ozgüneş (2), Dilan Dirayet Taşdemir (3), Ayşe Acar Başaran (1), Ebru Gunay (2).