Kanûn 04, 2020 01:53 Asia/Tehran
  • Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza da nivîskara Kurd

Nivîskara Kurd Gulgeş Deryaspî ku Endama Yekîtiya Nivîskarên Navnetewî (PEN) ye, bi tometa “endamtiya rêxistinê”, 6 sal û 3 meh cezayê zindanê lê hat birîn.

Li gorî Rûdawê, Nivîskar Gulgeş Akdenîz ku wel Gulgeş Deryaspî tê naskirin, roja 25ê Tîrmeha 2019an li bajarê Bedlîs yê kursên Tirkiyê hatibû desteserkirin û piştî 8 mehan ji girtinê li zindana Tîpa E ya Bedlîsê hatibû berdan.

Li 2-yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Bedlîsê îro, 03.12.2020, bi tometa “endamtiya rêxistinê” careke din hat dadgehîkirin.

Di encama rûniştina dadgehê de, ew nivîskara Kurd ku endama PEN a navdewletî ye jî, bi 6 sal û 3 mehan hat cezakirin.

Gulgeş Deryaspî derbarê biryara zindanîkirinê de ji malpera Duvar re ragihand ku ti bingeheke yasayî ya wê biryarê nîne.

Nivîskara Kurd Gulgeş Deryaspî, derçûya Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Muş Alparslan e û heta niha 3 pirtûkên bi navên, “Tariya Bi Tav”, “Xezal” ve “Ez Ne Ezim” hene.

Serepeyv