Kanûn 03, 2020 16:12 Asia/Tehran
  • Karamulaoxlû: Tenha karê desthilata Tirkiyê danîna televîziyona Kurdî bû

Serokê Partiya Seadetê ya Tirkiyê di axaftinekê da tevî amajeya bi tevgerên delweta derbarê kurdan, ji desthilata Tirkiyê ji ber çaaresernekirina meseleya kurdan rexne kir.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê rojnameya Cumhuriyetê, Temel Karamulaoxlû (Temel Karamollaoğlu), Serokê Partiya Seadetê ya Tirkiyê di axaftinekê da tevî rexneya ji xebata desthilata Tirkiyê di warê çareserkirina meseleya kurdan da, got: "Bi gotina vê yekê ku li Tirkiyê meseleyek bi navê meseleya kurdan tune, meseleyên hyî li welêt ji holê nayên rakirin. Hakimiyetê pêştir li ser hebûna meseleyekê bi navê meseleyea kurdan li welêt teqezî kiribû, lê tu rêkarek jî nekarîbû jêra bibîne."

Li gorî nivîsîna Cumhuriyetê, Karamula Oxlû her wiha got: "Tenha karê ku jibo çareserkirina meseleya kurdan kirine,damezirandina hin kanalan bi zimanê Kurdî ye. Karê wan ê duyem jî wêdadayîna şaredarên bijartî ji HDPê û danîna qeyûman li dewsa kesên bijartî ji aliyê gel va li başûrê rojhilata Tirkiyê bûye. Ev hemî nîşan didin ku pirsgirêk heye û nehatiye çareserkirin."

 

Serepeyv