Amerîka û Tirkiyê rewşa Sûriyê gotûbêj kirin
Nûnerê Amerîkayê yê Taybet Bo Karbûbarên Sûriyê Joel D. Rayburn ligel şandeke serdana Tirkiyê kir û ligel Berdevkê Serokmariya Tirkiyê civiya.
Berdevekê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin îro Çarşemê 2yê Kanûna 2020an li Koşka Seromariya Tirkiyê pêşwazî li Nûnerê Amerîkayê yê Taybet bo Karbûbarên Sûriyê Joel D. Rayburn û şanda ligel kir.
Li gor daxuyaniya Ofîsa Berdevkê Serokomariya Tirkiyê, di hevdîtinê de mijarên weke pirsa Idlibê, krîza Sûriyê, pêvajoya siyasî û karûbarên bo nivîsandina destûra bingehîn û mijara penaber û pirsên herêmî gotûbêj kirin.
Di civînê de herdu aliyan tekezî li parastina cihên weke herêmên ewle hatine ragihand kirin.
Kalin amaje bi wê yekê kir ku dibe krîzên nû bibe sedema pêlên nû yên koçberiyê û “divê civaka navnetewî piştevaniya hewlên Tirkiyê yên bo çareserkirina pirsan” bike.
Herwiha herdu aliyan bi pêwîstî da zanîn ku ji bo aştiya mayîn de piştevaniya Komîteya Nivîsandina Destûrê were kirin û ji bo hilbijartineke azad û dadmend rewş were xweşkirin û rêya vegera ji bo penaberan were başkirin.
Di heman civînê de Kalin nerazîbûna welatê xwe li hemberî hevkariyên aborî û serbazî yên ji aliyê Amerîkayê ve bo hêzên Kurdî li Sûriyê têne pêşkeşkirin nîşan da.