Kanûn 02, 2020 19:24 Asia/Tehran
  • Pompeo û Çavuşoglu di civîna NATOyê de rexneyên tund li hev girtin

Di civîna Wezîrên Derve yên Hevpeymaniya NATOyê de ku êvara Sêşembê li dar ket, Wezîrê Derve yê Amerîka û Wezîrê Derve yê Tirkiyê rexneyên tund li hev girtin. Di wê civînê de Mevlut Çavuşoglu Amerîka rexne kiriye li beramber hevkariyên Amerîkayê bo Kurdên Sûriyê.

Di civînê de ku bi rêya vîdeo-konferans hat sazkirin, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo destpêkê gotiye Tirkiye bûye sedema derketina alozî û milmilaniyê û tevgera wê li rojhilatê Deryaya Spî bo gerîna bi pey enerjiyê de, navçe tevlîhev kiriye.

Pompeo herwiha desnîşan kir ku Tirkiyê bi kirîna sîstema S-400 a Rûsî, diyariyeke mezin pêşkêşî Rûsyayê kiriye û zerar gihandiye Hevpeymaniya NATOyê. Li beramber Çavuşoglu bersiva Pompeo daye û Amerîka bi wê yekê tohmetbar kiriye ku ji dêlva hevkarîkirina Tirkiyê, hevkariya hêzên Kurdî yên Sûriyê kiriye.

Di civînê de Çavuşoglu gotiye, di demekê de ku Tirkiyê li Sûriyê şerê DAIŞê kiriye, lê Amerîkayê tenê hevkariya Kurdan kiriye. Çavuşoglu herwiha rexne li Fransa û Amerîkayê girtine ku bûne sedema xirabtirkirina milmilaneyên Herêma Nagorno-Qerebaxê û piştîvaniya Ermenîstanê kirine.

Medya Amerîkayê behsa wê yekê kiriye ku hinek ji endamên şanda Amerîkayê di wê civînê de agahdarî nîqaşa dijwar a Çavuşoglu û Pompeo bûne û gotine; Wezîrên Derve yên Amerîka û Tirkiyê di civînê de çend caran bersiva hev dane û rexneyên tund li hev girtine. Çavuşoglu derbarê kirîna sîstema berevaniyê ya Rûsî de gotiye, Amerîkayê red kiriye çekên berevaniyê yên Amerîkî bifroşe Tirkiyê, lewra Tirkiyê sîstema Rûsî kiriye.

Hinek endamên NATOyê jî di civînê de piştgiriya Pompeo kirine û dijî Tirkiyê axifîne, ji wan Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian gotiye tevgera Tirkiyê zerarê dighîne hevpeymaniyê. Di dawiya civînê de jî endamên NATOyê di civînê de nûnerê Tirkiyê paşguh kirine û pêşniyareke Çavuşoglu jî bo dubare destêwerdana NATOyê li Lîbyayê red kirine, li beramber jê re gotine ku Tirkiye bûye sedema xirabtirkirina rewşa Lîbyayê û çekdarên kirêgirtî jî şandine Lîbyayê.

Her di wê civînê de endamên NATOyê derbarê pirsgirêkên Yunanîstan û Tirkiyê de, dijî Tirkiyê axifîne û bi eşkere berevanî li Wezîrê Derve yê Yunanîstanê kirine.

Serepeyv