Kanûn 02, 2020 10:26 Asia/Tehran
  • Bayloza Amerîkayê li NATO: Kirîna mûşekên Rûsî ji aliyê Tirkiyê ve gefê li ser yekitiya NATOyê dikin

Balyoza Amerîkayê ya NATO`yê Billy Hutchinson bang li dewleta Tirkiyê kir ku beriya aktîvkirina pergala parastinê ya asmanî ya Rûsyayê S-400 careke din bifikir e. Billy Hutchinson got: “Kar û kirinên Enqerê li rojhilatê Deryayê Spî û Qerebaxê gefê li ser yekitiya NATO`yê çêdike."

Balyoza Amerîkayê ya NATO`yê beriya civîna wezîrên derve yên NATO`yê li Brukselê ji rojnama The National a Îmaratê re axivî û got: “Belavkirina mûşekên Rûsyayê di nava pergala parastinê ya NATO`yê de nayê qebûlkirin. Dê encamên vê yekê li ser Tirkiyê dijwar bibin.”

Billy Hutchinson wiha gotina xwe domand: “Me gelek caran ji Enqerê re got ne pêkan e ku pergala parastinê ya Rûsyayê di hevalbendiya me de cih bigire. Hîn dem heye ku dewleta Tirkiyê ji hevpeymana bi Rûsyayê re paşde vekişe.”

Billy Hutchinson destnîşan kir ku lêgerîna dewleta Tirkiyê li herêmên rojhilatê Deryayê Spî û têkiliyên wê di şerê navbera Komara Azerbêcan û Ermenistanê de, ji bo yekitiya NATO`yê pirsgirêk e.

Serepeyv