Kanûn 01, 2020 00:12 Asia/Tehran
  • 34 parêzgehên Tirkiyê ketin nav qerentînê

Rêzikên qerentîne a herêmî di van rojên dawî de li 34 parêzgehên Tirkiyê hatiye sepandin ji ber ku di van rojên dawî de li Tirkiyê hejmara qurbanî û pêketiyên koronayê zêde bûne.

Li gorî IRIB Newsê ji Enqerê, niha  912 Apartemanên niştecihbûnê yên 264 tqaxên 34 parêzgehên wekî Stenbol, Îzmîr, Bursa, Balikesir, Adî Yaman, Hatay, Kirkilarali, Çanakkale, Samsun, Urdu, Trabzon, Artvin, Konya, Qahreman Maraş, Şanlî û Ûrfa di qerentînayê de ne û ketin û derketina ji van deveran qedexe ye.

Li gorî amarên fermî yên Wezareta Tenduristî ya Tirkiyê, di 24 saetên paşîn de, 29,281 kes bi Covid 19 ketine, û jimara nexweşên koroner gihiştiye 494 hezar û 351 kesan û yên ku ji ber vê vîrusê jî ku heya niha can dane gihêştiye 13558  û 5011 kes jî nexweşiya wan giran e.

Ev di demekê de ye ku qedexeyên dawiya hefteyê yên koroner niha li Tirkiyê hene, lê pispor dibêjin ku ew têrê nakin û divê hikûmet di nav hefteyê de li pêkanîna qedexeyên bi vî rengî bifikire.

Biryar e kabîneya Tirkiyê îro rewşa dawî ya Coronayê li welêt nirxandin û li ser zêdebûna muhtemel a tixûbên Coronayê biryar dan.

Serepeyv