Mijdar 30, 2020 22:15 Asia/Tehran
  • Artêşa Tirkiyê hêzeke din şand Sûriyê ji bo berdewamkirina dagirkirina axa vî welatî

Artêşa Tirkiyê 241 serbazên din jî şand Sûriyê. Ew hêza komando dê li bajarê Babê bicih bibe.

Li bajarê Semsûr yê yê kurdên Tirkiyê merasîmek ji bo birêkirina karwanek din ê serbazên Tirkiyê hat sazkirin.

Di wê merasîmê de ku li Fermandariya Lîwaya Hêza Taybet a ser bi Fermandariya Cendirme birêve çû, jibilî berpirsên leşkerî û emnî, parêzgar, rektor û malbatên wan serbazan jî amade bûn.

Piştî merasîmê artêşa Tirkiyê 241 komando bo bajarê El Bab ê Sûriyê bi rê kir ku dema erka wan wek 6 meh hatiye diyarkirin.

Artêşa Tirkiyê roja 24ê Tebaxa 2016an li gel grûpên çekdar ên ser bi opozisyona Sûriyê ve “Operasyona Mertala Firatê” li nav axa Sûriyê dabû destpêkirin.

Di çarçova wê operasyonê de artêşa Tirkiyê li gel grûpên çete û terorîst roja 25ê Tebaxa 2016an bajarê Cerablûsa Sûriyê dagir kir.

Herwiha di çarçova “Operasyona Mertala Firatê” de roja 24ê Sibata 2017an jî Serfermandariya Artêşa Tirkiyê ragihandibû ku hêzên wan bajarê El-Babê bi temamî dagir kiriye.

“Operasyona Mertala Firatê” yekem destwerdana serbazî ya Tirkiyê bû di şerê navxwe yê Sûriyê de û 7 meh û 5 rojan berdewam kiribû.

Serepeyv