Mijdar 29, 2020 13:40 Asia/Tehran
  • Serokê Partiyeke Tirkiyê: 'Muhsin Fexrîzade şehîdê me giştan e'

Serokê Partiya Veten a Tirkiyê, Duxo Pirîncek bi peyamekê tevî şermezarkirina tund a terora şehîd Fexrîzade, ev zanyarê navokî yê Îranê wek şehîdê her du miletên Îran û Tirkiyê da zanîn.

Li gorî rapora Kurd Pressê, wî ragihand: "Nûçeya şehîdbûna birayê ezîz Fexrîzade, alîkarê Wezîrê Berevaniyê û ji rêveberên payebilind ên navokî yênn Îranê bi kesereke mezin gihîşte me. Ev cinayet nîşana lawaziya Israîlê û têkçûna emperyalîsma Amerîkayê li rojavayê Asyayê, Qefqaz û tevahiya cîhanê ye. Babeta herî dawî ji terora emperyalîsma Amerîka û Israîlê nîşûan daye. Em bi tundî û bi nefreta tam vê terorê şermezar dikin."

 

Serepeyv