Mijdar 27, 2020 11:22 Asia/Tehran
  •  Li Şaredariya Colemêrgê bertîlxwarin: Birayê namzetê AKP’ê hat girtin

Ajansa Mezopotamyayê: "Hat zanîn R. Tarhan ê birayê Abdulmecît Tarhan ê AKP’yî ku li Şaredariya Colemêrgê di bin rêveberiya qeyûm de ye dixebitî, ji ber xapanindin û bertîlê li gelek kesan kiriye hat girtin."

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), "Şaredariya Colemêrgê ya di bin rêveberiya qeyûm de di serdema qeyûm Cuneyt Epçîm de R. Tarhan hildan kar. Derket holê ku R. Tarhan ê ji ber xapandin û bertîlê li gelek kesan kiriye hat girtin. Ev R. Tarhan birayê Serokê AKP’a Colemêrgê yê berê Abdulmecît Tarhan e ku berê bûye namzetê AKP’ê. Li gorî angaştan tê gotin; R. Tarhan ji gelek kesên nikaribûne pereyê deynê ava xwe bidin û şaredariyê îcra li wan vekiriye, bertîl xwariye. 

Kesên ku ferq kirin îcraya derbarê wan de nehatiye rakirin, li ser vê yekê giliyê R. Tarhan kirin. Tarhan ê hat binçavkirin di 8’ê cotmehê de hat girtin. Tê gotin R. Tarhan bi ji 200 hezar TL’yî zêdetir bertîl xwariye û di îfadeya xwe de gotiye ku bi wî pereyî qûmarê leyîstiye.

Ev îdiayên tên gotin ji aliyê hin malperên li Colemêrgê weşan dikin hatin nivîsandin. Endamên Meclîsa Şaredariyê yên HDP’yî ku hatin feshkirin jî îdiayan piştrast kirin. Tê payîn ku Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Colemêrgê derbarê mijarê de daxuyanî bide."

 

 

 

Serepeyv