Li Tirkiyê 174 kesên din bi Koronayê mirine
Mijdar 26, 2020 23:08 Asia/Tehran
Li Tirkiyê di 24 saetên borî de ji ber vîrûsa koronayê 174 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 13 hezar û 14 kesan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 26ê Mijdarê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiyê di 24 saetên borî de 6876 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 474 hezar û 606 kesan.
Herwiha di 24 saetan de 3291 kes baş bûne û hejmara kesên ku heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 388 hezar û 771 kesan.