HDPê bersivek tund da Bahçelî: Ne ji mafê alîgirên mafyayê ye behsa Demirtaş bike
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi tundî bersiva Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Netewî ya nijadperest (MHP) da û ragihand, “ne ji mafê alîgirên mafyayê ye li dijî Demirtaş biaxivin.”
HDPê di daxuyaniyekê de li ser twîtera xwe ya fermî ku roja Çarşemê 25ê Mijdarê hatiye weşandin, bersiv daye axaftinên Devlet Bahçelî ku roja Sêşemê 24ê mehê di civîna fraksyona partiya xwe de li parlemanta Tirkiyê, behsa Selahattin Demirtaş kiribû û Demirtaş weke “terorîst” û pirtûka wî ya dewran jî weke “propagandaya terorê” bi nav kiribû.
HDPê ragihandiye,“Paşmayên mafyayan û hevkarên çeteyan û hevbeşên desthilatê, her tiştek derbarê Demirtaş de gotibin, ti nirxeke wê nîne.”
HDP herweha dibêje, “Selahedîn Demîrtaş siyasetvanekî şerefmend e û ji bo bidestxistina mafên gelê Tirkiyê bac daye û dide, ne ji mafê alîgirên mafyayê ye ku di derheqê Demirtaş de biaxivin.”
Serokê MHPê Devlet Bahçelî, roja Sêşemê di civîna fraksyona partiya xwe de li parlemanta Tirkiyê rexneyên tund li endamê destjikarberdayî yê Desteya Bilind a Şêwirmendiya Serokatiya Komara Tirkiyê Bulent Arinç girtibû û gotibû, “Derbirîna hesta sozdarî û hezkirinê bo Demirtaş, amajeyeke nerênî ye. Ew siyasetvanê berê ku hêj endamê Desteya Bilind a Şêwirmendiya Serokomariyê ye, tê ser televîzyonê û hewla ciwankirina Demirtaşê terorîst bide, bi tevahî dijbereyî ye û nezanî ye jî.”
Bahçelî gotibû, pirtûka Dewran behsa “terorê” ye û nivîskarê wê jî “terorîst” e.