Mijdar 26, 2020 11:29 Asia/Tehran
  • Li Stenbolê çend kes bi tometa endambûna PKKê hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Tirkiya li bajarê Stenbolê, çend kes "bi tometa endambûn û piştevanîkirina PKKê" desteser kirin.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, serê sibeha Îro, tîmên ser bi Rêveberiya Dijî Terorê li Stenbolê bo desteserkirina 25 kesan avêtine ser 28 navnîşanan.

Li gor daxuyaniya Rêveberiya Asayîşa Stenbolê, tîmên wan li navçeya Fatihê avêtine ser avahiya komeleyek û çend avahiyên din.

Di wê operasyonê de hejmareke kes hatine girtin herwiha dest bi ser hinek belgeyan de jî girtine.

Kesên hatine desteserkirin piştî pişkinîna tendirustiyê bo wan hat kirin ew bo Rêveberiya Asayişa Stembolê hatin şandin.

Herwiha hat zanîn ku lêgerîna li navnîşanan berdewam e.

Serepeyv