Li Tirkiyê 139 kesên din bi Koronayê mirine
Wezareta Tendirustiya Tirkiyê ragihand di 24 saetên dawîn de 6 hezar û 17 pêketiyên vîrusa Koronayê hatin tomarkirin ku ev rekorek nû ye û herwiha 139 kesan jî bi virûsê canê xwe ji dest dan.
Îro roja yekşemê 22.11.2020an Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê, Fahrettin Koca diyar kir ku di nava 24 saetên derbasbûyî de 155 hezar û 516 pişkinînên taybet bi Koronayê hatine encamdan ku encamên 6 hezar û 17 ji wan pozîtîv bûye.
Her li gor amarên nû, ji duh ve heta îro 139 kes ji pêketiyên Koronayê li Tirkiyê canê xwe ji dest dane. Herwiha 3 hezar û 812 kes ji nexweşên Koronayê jî di nava 24 saetên borî de baş bûne.
Heta niha li Tirkiyê 446 hezar û 822 kes bi nexweşiya Koronayê ketine û 12. Hezar û 358 kes bi Koronayê mirine û 374 hezar û 637 kes jî baş bûne.